Li pey şopa Bedirxanîyan
Hinin nav hene, ku di nava miletê xwe û cîhanê de sembol in. Ew qewm û ew nav bi hev ve girêdayî ne – mîna çerm û hestî ne, bê hev nabin. Ku navê Almanan tê gotin, pê re navê Bismarck derbas dibe; gava qala Fransizan tê kirin, navên Napoleon û de Gaulle di background ê de cîhê xwe digrin. Tirk? Fatîh Sultan Mehmet… Mîsal li dû mîsalê… Qewmên din, sembolên din… Ma gelo gava qala kurdan tê kirin, kîjan nav tên bîra meriv? Kîjan nav tên bîra te? Selaheddînê Eyyûbî? Ş êx Ûbeydullahê Nehrî? Şerefxanê Bidlisî? Mala Berzanîyan? Kurd û kîjan nav? Kîjan nav, kurd û kurdayetîyê sembolîze dike? Belê, ez nizanim niha di serê te de ç i derbas dibe, lê gava kelîmeyên kurd û kurdî derbas dibin, navekî di mejîyê min de gelekî zû cîyê xwe digre: Mala Bedirxanîyan. Rêya kê bi kurdî û tarîxa kurdan ketibe, ew rastî vî navî te – ç i zû, ç i dereng. Min cara ewil kîjan wextî ev nav bihîst? Ez zorê didim hafiza xwe… Kîjan wext? Ev kesin e: Di salên xortanîyê de, hê panzdeh- ş anz
Kommentare
Kommentar veröffentlichen