Mittwoch, 21. November 2012

Wîjdan


 

Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, Wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser Wîjdana nivîskar mane.
Seet di 14an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û diçe depoya ku qismek kitêb li wir in. Li wê derê ew û nivîskarekî din şeş kolî kitêban dikin erebeyê û berî xwe didin navenda fuarê. Li wir surprîz li dû surprîzê ne: Organîzatoran ref amade nekirine û her tişt li hêviya weşanxaneyan hiştine. Herdu nivîskar ji vê re jî dibêjin erê û dest pê dikin, hesinekî ji vir, refek ji wir, nigek ji aliyê din peyda dikin.
Li dû gelek seetan bingeha ji hêla refan tam hatiye danîn, mêze dikin, lawê yek ji organîzatoran  tê, dibêje: Ez vê nigê refê ji vir dibim standeke din; hûn ji xwe re yekî din binîn. Êêê... Nivîskarê me Kurd e, înata wî înat e. Ma ew ê serî dayne. Ji xwe hetanî wê demê ji nivîskariya wî tu tiştekî nemaye. Nivîskar û organîzator hevdû dibin û tînin. Di dawiyê de êdî sirf qêrîn û hêrs dimîne. Nivîskar bi înat û hêrsê nig jê diparêze û çoyê xwe di binê çoyê wî re nake, lê manşetek ewha jî di serê wî re derbas dibe: “Kitap fuarında yazar ile organizatör arasında çıkan kavgada...”
Li dû vê teşqeleyê îcar herdu nivîskarên Kurd, ku sê roj şûnda li eynî mekanî wek axaftvan û îmzekêr in, li erebeya xwe sîwar dibin, diçin depoyeke din. Li wîr jî ew 12 kolî pirtûk (hinin ji wan 10 kîlo, lê pirranî ji 30 kîloyî girantir in),  li erebeyê bar dikin, tînin fuarê. Ji ber ku depoya weşanxaneyê li welêt teng e, wan gelek kolî kitêb şandine. Û qismeke din dîsa li depoyê ne. Ew dorimek din jî dikin; îcar li dora 10 kolîyên giran li erebeyê bar dikin, tînin fuarê. Di rê de ew li ser dorima sisêyan munaqeşe dikin.
Seet li dora 18an e, sibehê fuar dest pê dike. Berspirsiyarên weşanxaneyên din ji welêt hatine; kar û haziriyên xwe kirine. Nivîskarên me li wan mêze dikin, li seetê mêze dikin, li berhemên xwe mêze dikin... Em ê dîsa dereng bimînin – weke gelek car ji caran. Dîsa ferqiyet – 1453 û 1925!
Herdû vê kartonê-wê kartonê vedikin... Vir de rêz dikin, wir de rêz dikin... Vê koliyê bilind dikin, wê koliyê bilind dikin. Na nebû, maseyeke din jî lazim e... De were vanan hemûyan dehf bide. Ha li alîyê din jî 19 kolî kitêb hene. Ew jî wê rojê bi tirê hatine. Ka were em wan jî (li xwe) bar bikin, bînin vir.
Seet 23.25 e. Anonsek wan hişyar dike: „On bir buçuktan itibaren kalar kapanacağından, çıkma olanağı olmayacaktır.“ Herdu li hev mêze dikin û dibêjin, îcar ev ji me kêm e: „Me her tişt ji bo kitêbên xwe kiribû, lê me qet bibîr neanîbû, ku wan wek doşek bikar bînîn.“
Lê ji xwe taqet jî êdî di wan de nemaye. Pî û pişt dane berhev. Yek dibêje ez zêde diêşim, yê din dibêje, na lo, tu mubalexe dikî. Min ji te zêdetir kar kir, loma ez zêdetir westiyam. Hustî bi mehzûn li wan mêze dike, ku qerimîna wî nayê bîra kesî.
Herçiqas fikra kitêbên xwe bikin doşek, fikreke Aziz Nesinî ye jî, ew dev jê berdidin û berî xwe didin malê.
Rê dûr e. Birîn kûr e.
Nivîskar, hevalê xwe datînê mala wî. Bi rê de behsa programê û axaftinan dikin. Nivîskar şukir dike, ku tarî ye – sorbûna rûyan xuya nake. 
Ew seet di 00.30an de xwe dighîne malê. Zar û zêç di xew de ne; kuxika lawê piçûk jîyanê tîne bîra wî.
Roja ku wî wek mamoste dest pê kiribû, êvarê wek nivîskarek diqediya. Di nava rojê de ew çi bû, wî nedizanî yan jî nedixwest navekî lêbikira. Lê wî navekî li nivîskariya Kurdî kiribû jî: Nivîskarê Kurd pirralî ye. 

Freitag, 9. November 2012

Li pey şopa Bedirxanîyan


Hinin nav hene, ku di nava miletê xwe û cîhanê de sembol in. Ew qewm û ew nav bi hev ve girêdayî ne – mîna çerm û hestî ne, bê hev nabin.
Ku navê Almanan tê gotin, pê re navê Bismarck derbas dibe; gava qala Fransizan tê kirin, navên Napoleon û de Gaulle di backgroundê de cîhê xwe digrin. Tirk? Fatîh Sultan Mehmet… Mîsal li dû mîsalê… Qewmên din, sembolên din…
Ma gelo gava qala kurdan tê kirin, kîjan nav tên bîra meriv? Kîjan nav tên bîra te? Selaheddînê Eyyûbî? Şêx Ûbeydullahê Nehrî? Şerefxanê Bidlisî? Mala Berzanîyan? Kurd û kîjan nav? Kîjan nav, kurd û kurdayetîyê sembolîze dike?
Belê, ez nizanim niha di serê te de çi derbas dibe, lê gava kelîmeyên kurd û kurdî derbas dibin, navekî di mejîyê min de gelekî zû cîyê xwe digre: Mala Bedirxanîyan. Rêya kê bi kurdî û tarîxa kurdan ketibe, ew rastî vî navî te – çi zû, çi dereng.
Min cara ewil kîjan wextî ev nav bihîst? Ez zorê didim hafiza xwe… Kîjan wext? Ev kesin e: Di salên xortanîyê de, hê panzdeh-şanzdeh salî bûm, min ev nav bihîst… Û ji wê demê vir ve (wayê bûne panzdeh sal), her û her li ser şopa wan im…
Hevnasîna me ji kîtaba „Gramera Kurdî“ ya Mîr Celadet û Roger Lescot dest pê kir. Ev kitêba ku bi rojan ji destên min dernediket, bûbû kanîyek ji bo min. Tesîra vê kitêbê sirf ji ber hînbûna qaîdeyên kurdîya nivîskî nebû, na ji wê zêdetir bû: Ez li ber zîrekîya Mîr hercarê matmayî dimam… Ku merivek di nava wan şertên bi zehmet de bikaribe ewqas sîstematîk bixebite… Ez heyranê vî mejîyî bûm.
Dû re min di sala 1997an de „Günlük Notlar“ yên Mir Celadet dît. Berê ewil zêde bala min nekişand; min carekê di ser re xwend û ewqas. Lê wê pêşî li min berneda. Dû re bi caran ez lê vegerîyam. Ez niha dizanim ka çima min dev jê bernedida. Yek: Camêrekî kurd ta di wê demê de, 60-70 sal berîya min ew dixwendin, dest bi nivîsîna rojaneyan kiribû. Ev gelek balkêş bû. Ka li tarîxa me mêze bikin, mîsaleke wisa heye? Hûn ê numûneyên ewha zêde nebînin.  Dudi: Mîr heyştê sal berê çûbû Almanyayê û wî li wir unîversîte xwendibû…
Bi qasî deh salan dû re ez cardin li kitêbê vegerîyam.  Ji alîyekî min cardin ew jêhatîbûn, zîrekbûn, enerjî, eleqe, meraq û gelek xisûsîyên baş dîtin… Mîsalek: Pere tuneye pê xwarinê bikirre, lê ew dîsa jî li ser ziman dixebite, kelîmeyên nû hîn dibe, Almanîya xwe pêşde dibe. Yanê bi zikê birçî dersê dixebite. Mîsaleke din: Di serma û seqemê de ew mecbûr e ku li malê di odeya xwe de tevî cil û bergan rûnê, lê dîsa jî dev ji elimandinê bernade.
Li vê heyecan û meraqê mêze bikin: Bê pere û pol ew bi bisîkletê li gelek bajarên Almanyayê digere, da ku ew wan ji nêzîk va nas bike. Na, te şaş nebihîst: BI BISÎKLETÊ – HEZARAN KM.
Bi sedan mîsalên ji heyata Mîr bala min dikşînin. Lê tişta herî balkêş? Trajedî! Sankî Mîr ji bona ku trajedîyan bijî hatîyê heyatê. Ew ji Stenbolê tê Almanyayê. Gava li wir e, ji carekê ve ekonomîya Almanyayê tevlihev dibe, serobino dibe; devaluasyon çêdibe. Pereyê wî di rokî de qîmetê wenda dike. Heta ku ew li Almanyayê ye ev rewş wisa dewam dike.
Gava ez ji xwîşka xwe, ya ku di universiteyê de tarîxa Almanan dixwîne, re behsa salên ku Mîr li wir dimîne dikim, ew sirf dibêje “Wîş, heyfa wî“. Belê, kambaxbûn ev e: Rabe ji welatê xwe sirgûn be û li wir jî rûyê rehetîyê nebîne. Xezeb li dû te ye; tu jê birevî jî, ew tê, te dibîne. Ji bona ku ez heyata wî ya li sirgûnê baş fêm bikim, ez kitêbên tarîxa Almanan ya wê demê dixwînim. Netîce ji yek kelîmeyekê pêk tê: Tofan. Panzehîra Mîr: Îsrar, î’nat, hînbûn, xwendin, nivîsîn. De were, dev ji merivekî ewha berde! Na, ne mumkîn e. Însanên ewha, merivên ewha herroj nayên dinê. Ew yekta ne, çira ne. Ew devûdorên xwe ronî dikin. Divê meriv xwe ji ronîya wan bêpar nehêle.

Belê, îdî ez xwe li wê çirayê digrim, pêşî bernadim. HAWARa wî tê hawara min, ew îdî dibe perçeyek ji min, bi min re digere, bi nigan dikeve û dibe bi ruh û can. Hevalekî bi navê Hawar heye di heyata min de.
Ev şopandin îdî dibe tîryakîbûn: Li her cîyî tu lê digerî. Di înternetê de, di kitêbxaneyan de, di kovar û rojnameyan de. Gava tu www.celadet.com dibînî, ji şabûna her wêneyî ji kêfan difirrî. Ji bona ku kovara Kurdistanê bikirrî, bi kîlometreyan rê diçî… Kitêb li dû kitêbê… Heta?
Heta ku rojekê min di înternetê de emaila qîza Mîr, Sînemxan xanimê dît. Ez ji alîyekî şa dibim, ji alîyê din ditirsim û dibêjim ka ew cewab nede min.
Lê ew qîza Mîr e, kurd e, ’esilzade ye, ’eşîr e, rola xwe dizane: Bi wê pîrbûna xwe mîna qîzeke ’ezeb jêhatî ye û di derengîya şevê de cewaba emailê dide.

Mixabin, îmkana ku em rûbirû hevdu bibînin, nebû. Ew li başûr û ez jî li Ewrûpayê me. Em bi rêya înternetê ketin têkilîyê û hin ji pirsên min eleqeder dikin, ji Sînemxan xanimê kir. Keça Mîr texsîr nekir û cewabên me dan. Mala wê ava.

Çîroka min û hevpeyvîna bi Sînemxan Bedirxanê re ewha bû. Ma gelo ev çîrok, çîroka te jî nine?
Şopandina min? Hê jî dewam e…

Theodor Herzl û Em Zulim û dagirkerîyê hiş û mêjûyê me îstila kirîye û loma jî em lal bûne êdî. Perçebûna welatê me û nebûna dewletekê tr...