Noten Şefeqê
Xerîbîstan, 26.09.2006 Em îro di ç in mala eqrebayekî xwe. Qîza wan a hey ş salî mir. Gelek kes tên û diçin, tazî mezin e. Hê cenaze li malê ye û herkesê ku tê qala wê dike, ka ew çawa bi mirina kêçîkê hesîyaye. Ez xwe dikim cîyê bavê qîzikê û li ser wê difikirm ka gelo ew niha çi hîsdike. Hûrmet? Hûrmeta li hember êşa wî? Ya li hember cenaze? Ya li hember êşa pîrik û kalikê wê? Ez vê halê beredayî fem nakim. Her cara ku mirîyek hebe, ez eynî tiştî hîsdikim: Gelo wê cemaeta tazîyê çiqas bi hûrmet be. Her car: Xusran. Ez li sebeban digerim, nabînim. Erê bi mirî ra meriv namire, lê hinek sebir, hinek huzun, hinek hûrmet.... Temam merivê smal talk ekî bike, lê ev ecelebûn çî ye? Ez ji xwe ra dibêjim: Temam, gelê min nexwendî ye. Ew hatîye vir û li vir bi heyata rojane re ketîye, xwe ji kultura vir dûr girtîye, lewra ew ji medenîyeteke din e û ji ber vê jî m