Posts

Es werden Posts vom September, 2012 angezeigt.

Globalîzm, Pirrzimanîbûn û Kurdî

Sedsala 21an, wek sedsala globalîzm, pirrzimanîbûn û teknolojîyê, ji her cîvatî re ji alîyekî ve îmkanên nû û ji alîyê din ve jî probleman dertîne holê. Ev rew şa n û ji bo hinin cîvatan wê bibe îmkan, lewra hazirîya van cîvatan ji vê rew şa n û re heye. Lê ji hin cîvatan re jî wê ji ber nebûna hazirî û îmkanan bibe pireya siratê. Yek ji problemên kurdan yên vê sedsala han îstîqbala kurdî ye. Kurdî îroj li ser axa xwe li ber zekeratê ye û meseleya hebûn û nebûna me ye. Globalîzm û zimanên bê pîyase Tesîra herî zêde ya globalîzmê ew e ku îdî ekonomî û sermaye rê nîşanî merivan didin. Prensîbên heyatê ji hêla sermaye û şîrketên navnetewî tên tayîn kirin. Xwestina herî mûhîm ji mîrov ew e ku ew mobîl be, bikaribe bêî sinoran aktîf be. Yanê divê ew him bikaribe mesela ji welatekî biçe yekî din yan jî di wê qonaxê de be ku bikaribe bi teknolajîyên nû (computer, înternet û hwd.) danûstandinên ji sinoran der ava bike. Bi gotineke din, însan mecbûr mane ku global bifikirin

Aheng, Teda’î û Çêkirina Kelîmeyan

„ Di her kelîmeyekê de cîhanek heye û her   merivê ku bi kelîmeyan dixebite cîhanan avadike“ Heinrich Böll Di her zimanî de ahengek heye û her kelime teda’îyekê ( ç a ğ r ı şım) bi meriv re ç ê dike. Ji ber ku bi pirranî ziman bi ş ikleke tebîî ro bi ro – pi ç ûk be jî – têne guhertin, ev aheng û teda’î jî bi gelek kelîmeyan ve dewam dike û însan gava wî zimanî qisedikin ew me’ne û muzikalîte pê ra dijîn. Teda’î û ahenga ziman di gramera ziman de du per ç e, du esasên gelek mûhîm in; heta meriv dikare bibêje esasê ziman in. Ew jibo ziman zemîn in, lewra meriv dikare her zimanî hîn bibe û bide hîn kirin, lê aheng û teda’î di prosesa zimanhînbûnê de du ti ş tên herî bi zehmet û me ş eqet in. Gava kanîya ziman bi ş ikleke tebîî bime ş e, wê çaxê ji xwe tu problem tunin û ev guherîn bi xwe ç êdibin. Lê gava meriv bi zanebûn mudaxeleyî ziman kir û mudaxelebûn bû per ç eyek ji polîtikaya (standartbûna/standatkirina) ziman, wê demê problema aheng/muzikalite û ted

Günter Grass, qedirşinasî û em

Ç end roj berî ku Günter Grass , nivîskarê navdar yê Alman û xelatgirê Nobelê, were bajarê me, ez bi hatina wî dihesim û derhal ji bo bilêtê li salonê digerim. Elbet ez texmîn dikim, ku hemû bilêt hatine firotin, lê dîsa ez ji xwe re dibêjim: Grass ewqas nêzîk hatiye û ji xwe kal e jî. Divê ez wî bibînim û rêyekî bibînim, ku biletekê peyda bikim. Xanima li ser telefonê dibêje, ku hemû bilêt hatine firotin û ez dest bi lavayan dikim, lê ew jî çare nake. Rêyeke tenê li pêş min dimîne: Divê ez nîv seetek berê bi ç im wir û mêze bikim, ka ez dikarim têkevim hûndir yan na. Ev halê han ç îrokeke ji pi ç ûktîya min tîne bîra min: Bavê min digot, di salên hey ş têyî de gava me li bajêr xwarin, benzîn û zexîret dikirî, em bi rojan diketin pê kirrînê – carna jî em destvala dizivirîn malê. Îcar de were lê mêze bike: Yên me ji bo xwarin û vexwarinê diketin rêze, yên xelkê ji bo guhdarîkirina nivîskarekî. Li ber derê salonê ez rastî qerebalixek mezin têm û ez jî bi wan re dikevim rêze.