Posts

Es werden Posts vom Mai, 2012 angezeigt.
Şahidê jiyaneke bahozî: Şivan Perwer – Efsaneya Zindî Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav weşanên Nûbiharê li Stenbolê derket. Nivîskar Abdullah İncekan di xebata du salan ya bi navê Şivan Perwer – Efsaneya Zindî de jiyana vî hunermendê efsanewî li ber xwendevanan radixîne. Di dema am adekirinê de A. İncekan qîme xwe bi arşîvan neaniye û di sohbetên mehane de bi vî îkonê Kurd re ketiyê dû jiyana wî, bi wî re tevlî hin rêwîtî û konseran bûye, da ku ji destê yekem bibe agahdar. Serokkomarê Avusturyayê Dr. Heinz Fischer, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji malbata wî Gülistan û Serxwebun Perwer, hevkarên wî yên demên cihê-cihê Dilşad Said, Hakan Akay, Erol Mutlu û Willi Resetarits, hevalên wî Ali Gedik, Amed Mardin, Gülten Kaya di kitêba bi Kurdî de bi anekdot, bîranîn, fikr û ramanên xwe li ser Şivan Perwer û hunera wî disekinin. Di kitêba 312 rûpelî de çîroka hin stra