Montag, 10. September 2018

Theodor Herzl û Em


Zulim û dagirkerîyê hiş û mêjûyê me îstila kirîye û loma jî em lal bûne êdî. Perçebûna welatê me û nebûna dewletekê travmayeke ewqas mezin li kesayetîya Kurdan kirîye ku êdî em nikarin rabin ser pîyan. Di her alîyê jîyanê de mirov dejenere dibin û xûya ye em ê zû bi zû ji vê rewşa han xilas nebin. Lewra me di serî da mêjû û dil wenda kiriye. Zihnîyeteke mîllî û neteweyî nine. Ziman her diçe wenda dibe. Welat û axa me di nav hovan da perçe bûye... Di vê ba û bagerê da tu mêze dikî êdî di nava Kurdan da her diçe bêhêvîtîyeke mezin wek nexweşîya vebayê zêde dibe. Û noqteya herî xirab jî ev e. Divê meriv bê hêvî nebe. Hêvî mifteya serkeftinê ye... Weku Sebrî Botanî gotiye, "li dû reşê rewşen tê". Elbet ew ê rojekê ronahî were ser dil û mêjûyê me û gava gelê Kurd ruhê xwe ji mêtingerîyê azad kir, wê demê ew ê neteweyî bifikire. Ji xwe serkeftin jî di vir da: Fikreke neteweyî û hizreke mîllî. Ji me ra Theodor Herzl'ek lazim e ku gelê me bîne vê noqteya han.  

Freitag, 8. Juni 2018



Hevpeyvîn
Ger çavên min birjînî– Rainer Maria Rilke
Werger: Abdullah İncekan




Ger çavên min birjînî jî, dikarim bibînim te,
guhên min jê jî bikî, dikarim bibihîsim te,
û bêyî nig jî dikarim bême cem te,
û bê dev jî dikarim sond bixwim bi te,
çengên min bişkînî jî, mîna destekî
digirim bi dil ez te,
dilê min raweste jî, wê mêjiyê min bijene,
mêjî bişewitînî jî,
ez ê te bi cî bikim di nav xwîna xwe.


Rilke û Rodin

Donnerstag, 19. Juni 2014

Dem, dema xebatên akademîk e...


Dem, dema xebatên akademîk e...

Her diçe xebatên taybet yên li ser ziman û çanda Kurdî zêdetir dibin. Yek ji van xebatan jî xebata dawîn ya nivîskar û zimannas Abdullah İncekan e, ku ji nav weşanên Nûbiharê derket: Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ.
Kitêba A. İncekan bi tevahî li ser rola fiîlan di zimanê Kurdî de û mijara Ergatîvê ye. Nivîskar di pêşgotina berhema xwe de wiha li ser mijarê disekine:
Armanca pêşîn ya Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ ew e ku taybetiyên fiîlên gergûhêz û mijara Ergatîvê îzah bike û di hînbûna wan de rê û rêbazekê nîşan bide.
Fiîlên gergûhêz ji ber Ergatîvê di gramera Kurdî de mijareke tevlihev e. Ji ber vê jî di nav Kurdîaxêvên nifşên nû de hejmara yên ku di vê hêlê de xeletiyan dike, herroj zêdetir dibe. Ev gruba fiîlan yek ji dijwartirîn hêla gramera Kurdî ye.
Ez Kurdî Hîn Dibim - Geçişli Fiiller ve Ergativ dixwaze valahiya di vê hêlê de -hinekî be jî- tije bike.

Di kitêbê da bi mînakan fiîl û mijara Ergatîvê tê îzah kirin. Dû re gelek temrîn û mifteya wan li ber destê xwendevanan in. Di dawiya pirtûkê de li dora 500 fiîlî li gorî alfabeyê rêzkirî, bi mîsalan û tevî meneya wan ya Tirkî cî digrin.

Abdullah İncekan di sala 2009an bi kitêba xwe ya bi navê Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri li Tirkiyeyê bala xwendevanan kişandibû û kitêbê li dû hev gelek çap kiribû.  Kitêba ku Almanî (Kurdisch kompakt) û Îngilîziya (Compact Kurdish-Kurmanji) wê jî heye, di 2012an de ji aliyê rojnameya navdar ya Almanî  Franfurter Allgemeine Sonntagszeitung ve di nav 36 pirtûkên layîqî diyariyê de hatibû hilbijartin.
Abdullah İncekanê ku di bin navê  Şivan Perwer - Efsaneya Zindî jiyana Şivan Perwer nivîsîbû, xebatên xwe yên li ser Kurdolojiyê li Almanyayê dewam dike. 

Nûbihar yayınları
Yayın Yılı: 2014
Kitap Kağıdı
171 sayfa
16,5x24 cm
Karton Kapak
ISBN:6055053239


Mittwoch, 21. November 2012

Wîjdan


 

Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, Wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser Wîjdana nivîskar mane.
Seet di 14an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û diçe depoya ku qismek kitêb li wir in. Li wê derê ew û nivîskarekî din şeş kolî kitêban dikin erebeyê û berî xwe didin navenda fuarê. Li wir surprîz li dû surprîzê ne: Organîzatoran ref amade nekirine û her tişt li hêviya weşanxaneyan hiştine. Herdu nivîskar ji vê re jî dibêjin erê û dest pê dikin, hesinekî ji vir, refek ji wir, nigek ji aliyê din peyda dikin.
Li dû gelek seetan bingeha ji hêla refan tam hatiye danîn, mêze dikin, lawê yek ji organîzatoran  tê, dibêje: Ez vê nigê refê ji vir dibim standeke din; hûn ji xwe re yekî din binîn. Êêê... Nivîskarê me Kurd e, înata wî înat e. Ma ew ê serî dayne. Ji xwe hetanî wê demê ji nivîskariya wî tu tiştekî nemaye. Nivîskar û organîzator hevdû dibin û tînin. Di dawiyê de êdî sirf qêrîn û hêrs dimîne. Nivîskar bi înat û hêrsê nig jê diparêze û çoyê xwe di binê çoyê wî re nake, lê manşetek ewha jî di serê wî re derbas dibe: “Kitap fuarında yazar ile organizatör arasında çıkan kavgada...”
Li dû vê teşqeleyê îcar herdu nivîskarên Kurd, ku sê roj şûnda li eynî mekanî wek axaftvan û îmzekêr in, li erebeya xwe sîwar dibin, diçin depoyeke din. Li wîr jî ew 12 kolî pirtûk (hinin ji wan 10 kîlo, lê pirranî ji 30 kîloyî girantir in),  li erebeyê bar dikin, tînin fuarê. Ji ber ku depoya weşanxaneyê li welêt teng e, wan gelek kolî kitêb şandine. Û qismeke din dîsa li depoyê ne. Ew dorimek din jî dikin; îcar li dora 10 kolîyên giran li erebeyê bar dikin, tînin fuarê. Di rê de ew li ser dorima sisêyan munaqeşe dikin.
Seet li dora 18an e, sibehê fuar dest pê dike. Berspirsiyarên weşanxaneyên din ji welêt hatine; kar û haziriyên xwe kirine. Nivîskarên me li wan mêze dikin, li seetê mêze dikin, li berhemên xwe mêze dikin... Em ê dîsa dereng bimînin – weke gelek car ji caran. Dîsa ferqiyet – 1453 û 1925!
Herdû vê kartonê-wê kartonê vedikin... Vir de rêz dikin, wir de rêz dikin... Vê koliyê bilind dikin, wê koliyê bilind dikin. Na nebû, maseyeke din jî lazim e... De were vanan hemûyan dehf bide. Ha li alîyê din jî 19 kolî kitêb hene. Ew jî wê rojê bi tirê hatine. Ka were em wan jî (li xwe) bar bikin, bînin vir.
Seet 23.25 e. Anonsek wan hişyar dike: „On bir buçuktan itibaren kalar kapanacağından, çıkma olanağı olmayacaktır.“ Herdu li hev mêze dikin û dibêjin, îcar ev ji me kêm e: „Me her tişt ji bo kitêbên xwe kiribû, lê me qet bibîr neanîbû, ku wan wek doşek bikar bînîn.“
Lê ji xwe taqet jî êdî di wan de nemaye. Pî û pişt dane berhev. Yek dibêje ez zêde diêşim, yê din dibêje, na lo, tu mubalexe dikî. Min ji te zêdetir kar kir, loma ez zêdetir westiyam. Hustî bi mehzûn li wan mêze dike, ku qerimîna wî nayê bîra kesî.
Herçiqas fikra kitêbên xwe bikin doşek, fikreke Aziz Nesinî ye jî, ew dev jê berdidin û berî xwe didin malê.
Rê dûr e. Birîn kûr e.
Nivîskar, hevalê xwe datînê mala wî. Bi rê de behsa programê û axaftinan dikin. Nivîskar şukir dike, ku tarî ye – sorbûna rûyan xuya nake. 
Ew seet di 00.30an de xwe dighîne malê. Zar û zêç di xew de ne; kuxika lawê piçûk jîyanê tîne bîra wî.
Roja ku wî wek mamoste dest pê kiribû, êvarê wek nivîskarek diqediya. Di nava rojê de ew çi bû, wî nedizanî yan jî nedixwest navekî lêbikira. Lê wî navekî li nivîskariya Kurdî kiribû jî: Nivîskarê Kurd pirralî ye. 

Freitag, 9. November 2012

Li pey şopa Bedirxanîyan


Hinin nav hene, ku di nava miletê xwe û cîhanê de sembol in. Ew qewm û ew nav bi hev ve girêdayî ne – mîna çerm û hestî ne, bê hev nabin.
Ku navê Almanan tê gotin, pê re navê Bismarck derbas dibe; gava qala Fransizan tê kirin, navên Napoleon û de Gaulle di backgroundê de cîhê xwe digrin. Tirk? Fatîh Sultan Mehmet… Mîsal li dû mîsalê… Qewmên din, sembolên din…
Ma gelo gava qala kurdan tê kirin, kîjan nav tên bîra meriv? Kîjan nav tên bîra te? Selaheddînê Eyyûbî? Şêx Ûbeydullahê Nehrî? Şerefxanê Bidlisî? Mala Berzanîyan? Kurd û kîjan nav? Kîjan nav, kurd û kurdayetîyê sembolîze dike?
Belê, ez nizanim niha di serê te de çi derbas dibe, lê gava kelîmeyên kurd û kurdî derbas dibin, navekî di mejîyê min de gelekî zû cîyê xwe digre: Mala Bedirxanîyan. Rêya kê bi kurdî û tarîxa kurdan ketibe, ew rastî vî navî te – çi zû, çi dereng.
Min cara ewil kîjan wextî ev nav bihîst? Ez zorê didim hafiza xwe… Kîjan wext? Ev kesin e: Di salên xortanîyê de, hê panzdeh-şanzdeh salî bûm, min ev nav bihîst… Û ji wê demê vir ve (wayê bûne panzdeh sal), her û her li ser şopa wan im…
Hevnasîna me ji kîtaba „Gramera Kurdî“ ya Mîr Celadet û Roger Lescot dest pê kir. Ev kitêba ku bi rojan ji destên min dernediket, bûbû kanîyek ji bo min. Tesîra vê kitêbê sirf ji ber hînbûna qaîdeyên kurdîya nivîskî nebû, na ji wê zêdetir bû: Ez li ber zîrekîya Mîr hercarê matmayî dimam… Ku merivek di nava wan şertên bi zehmet de bikaribe ewqas sîstematîk bixebite… Ez heyranê vî mejîyî bûm.
Dû re min di sala 1997an de „Günlük Notlar“ yên Mir Celadet dît. Berê ewil zêde bala min nekişand; min carekê di ser re xwend û ewqas. Lê wê pêşî li min berneda. Dû re bi caran ez lê vegerîyam. Ez niha dizanim ka çima min dev jê bernedida. Yek: Camêrekî kurd ta di wê demê de, 60-70 sal berîya min ew dixwendin, dest bi nivîsîna rojaneyan kiribû. Ev gelek balkêş bû. Ka li tarîxa me mêze bikin, mîsaleke wisa heye? Hûn ê numûneyên ewha zêde nebînin.  Dudi: Mîr heyştê sal berê çûbû Almanyayê û wî li wir unîversîte xwendibû…
Bi qasî deh salan dû re ez cardin li kitêbê vegerîyam.  Ji alîyekî min cardin ew jêhatîbûn, zîrekbûn, enerjî, eleqe, meraq û gelek xisûsîyên baş dîtin… Mîsalek: Pere tuneye pê xwarinê bikirre, lê ew dîsa jî li ser ziman dixebite, kelîmeyên nû hîn dibe, Almanîya xwe pêşde dibe. Yanê bi zikê birçî dersê dixebite. Mîsaleke din: Di serma û seqemê de ew mecbûr e ku li malê di odeya xwe de tevî cil û bergan rûnê, lê dîsa jî dev ji elimandinê bernade.
Li vê heyecan û meraqê mêze bikin: Bê pere û pol ew bi bisîkletê li gelek bajarên Almanyayê digere, da ku ew wan ji nêzîk va nas bike. Na, te şaş nebihîst: BI BISÎKLETÊ – HEZARAN KM.
Bi sedan mîsalên ji heyata Mîr bala min dikşînin. Lê tişta herî balkêş? Trajedî! Sankî Mîr ji bona ku trajedîyan bijî hatîyê heyatê. Ew ji Stenbolê tê Almanyayê. Gava li wir e, ji carekê ve ekonomîya Almanyayê tevlihev dibe, serobino dibe; devaluasyon çêdibe. Pereyê wî di rokî de qîmetê wenda dike. Heta ku ew li Almanyayê ye ev rewş wisa dewam dike.
Gava ez ji xwîşka xwe, ya ku di universiteyê de tarîxa Almanan dixwîne, re behsa salên ku Mîr li wir dimîne dikim, ew sirf dibêje “Wîş, heyfa wî“. Belê, kambaxbûn ev e: Rabe ji welatê xwe sirgûn be û li wir jî rûyê rehetîyê nebîne. Xezeb li dû te ye; tu jê birevî jî, ew tê, te dibîne. Ji bona ku ez heyata wî ya li sirgûnê baş fêm bikim, ez kitêbên tarîxa Almanan ya wê demê dixwînim. Netîce ji yek kelîmeyekê pêk tê: Tofan. Panzehîra Mîr: Îsrar, î’nat, hînbûn, xwendin, nivîsîn. De were, dev ji merivekî ewha berde! Na, ne mumkîn e. Însanên ewha, merivên ewha herroj nayên dinê. Ew yekta ne, çira ne. Ew devûdorên xwe ronî dikin. Divê meriv xwe ji ronîya wan bêpar nehêle.

Belê, îdî ez xwe li wê çirayê digrim, pêşî bernadim. HAWARa wî tê hawara min, ew îdî dibe perçeyek ji min, bi min re digere, bi nigan dikeve û dibe bi ruh û can. Hevalekî bi navê Hawar heye di heyata min de.
Ev şopandin îdî dibe tîryakîbûn: Li her cîyî tu lê digerî. Di înternetê de, di kitêbxaneyan de, di kovar û rojnameyan de. Gava tu www.celadet.com dibînî, ji şabûna her wêneyî ji kêfan difirrî. Ji bona ku kovara Kurdistanê bikirrî, bi kîlometreyan rê diçî… Kitêb li dû kitêbê… Heta?
Heta ku rojekê min di înternetê de emaila qîza Mîr, Sînemxan xanimê dît. Ez ji alîyekî şa dibim, ji alîyê din ditirsim û dibêjim ka ew cewab nede min.
Lê ew qîza Mîr e, kurd e, ’esilzade ye, ’eşîr e, rola xwe dizane: Bi wê pîrbûna xwe mîna qîzeke ’ezeb jêhatî ye û di derengîya şevê de cewaba emailê dide.

Mixabin, îmkana ku em rûbirû hevdu bibînin, nebû. Ew li başûr û ez jî li Ewrûpayê me. Em bi rêya înternetê ketin têkilîyê û hin ji pirsên min eleqeder dikin, ji Sînemxan xanimê kir. Keça Mîr texsîr nekir û cewabên me dan. Mala wê ava.

Çîroka min û hevpeyvîna bi Sînemxan Bedirxanê re ewha bû. Ma gelo ev çîrok, çîroka te jî nine?
Şopandina min? Hê jî dewam e…

Montag, 15. Oktober 2012

Noten Şefeqê


                                                                                                                  Xerîbîstan, 26.09.2006

Em îro diçin mala eqrebayekî xwe. Qîza wan a heyş salî mir. Gelek kes tên û diçin, tazî mezin e. Hê cenaze li malê ye û herkesê ku tê qala wê dike, ka ew çawa bi mirina kêçîkê hesîyaye. Ez xwe dikim cîyê bavê qîzikê û li ser wê difikirm ka gelo ew niha çi hîsdike. Hûrmet? Hûrmeta li hember êşa wî? Ya li hember cenaze? Ya li hember êşa pîrik û kalikê wê?
Ez vê halê beredayî fem nakim. Her cara ku mirîyek hebe, ez eynî tiştî hîsdikim: Gelo wê cemaeta tazîyê çiqas bi hûrmet be. Her car: Xusran.
Ez li sebeban digerim, nabînim. Erê bi mirî ra meriv namire, lê hinek sebir, hinek huzun, hinek hûrmet.... Temam merivê smal talkekî bike, lê ev ecelebûn çî ye?
Ez ji xwe ra dibêjim: Temam, gelê min nexwendî ye. Ew hatîye vir û li vir bi heyata rojane re ketîye, xwe ji kultura vir dûr girtîye, lewra ew ji medenîyeteke din e û ji ber vê jî mîna berê ma ye, mîna çil sal-pêncî sal berê... Lê... Lê ma mejû qet naxebite, tecrûbe çênabin, fema însan qêt pêşda naçe?
Erê ez ti cewabî nabînim. Ez li Ewrûpayê xwe li gundê xwe yî berîya bîst salî dihesibînim. Dunya çûye cîyekî, yê min li cîyekî ne. Diqehirim, dikim xwe bixwim, por li xwe spî dikim, heyatê li xwe diherimînim, çi feyde ye?
Xwe davêjim mitbaxê. Ez naxwazim bîst carî-sî carî eynî  tiştî bibhîzim. Garsonîyê dikim: Çay çê dikim, çay belav dikim, îskanan dişom, yanê direvim ji heyatê.
Di tarîya şevê da xwe diavêjim malê. Erê, gerek ez xwe bighinim qelemê. Encax qelem dikare niha êşa min hîs bike, ew dikare ji min ra bibe dost û yar. Ez dest bi nîvîsandînê dikim:
“Ey qewmê min!
Ez dizanim ku tu nezan î, lê tu nizanî ku tu nezan î.
Tu herroj dibêjî ku nezanîn ne eyb e, ne hîn bûn eyb e, lê tu ticarekî lê
nagerî ku zanebûna xwe zêdebikî.

        Ey qewmê min,
te zanayên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Bedîuzzeman ji
nava dilê xwe derxistîye, lê tu tirojê lê negerîyayî ku tu wan fem bikî.

Ey qewmê min,
ez dizanim ku te guhên xwe nedaye şaîr û alimên xwe, wê tu yê guh nedî
min jî. Ez ku ne şaîr û zana me, sirf xwedîyê gotina sade me.“
Ez bi vê gotinê dev ji niîvîsandinê berdidim. Belê ez bê qelem im, qelem nikare ji min ra bibe yar! Di ser da jî bîna nîvîsakarên din ji van cumleyan tê. Ez çi bikim wan? Ez ne şaîr û xwedîyê gotina pak im. Hûnandina peyvan ji min dûr e. Resim ji min dûr e. Ez xwe bi çi bînim zman?
Ji xwe
çi bikim ku qewî kesad e bazar
nînin ji qumaşî ra xerîdar“!

Stenbol, 30.09.2006
Li duh neh salan, salên dirêj ez têm Tirkîyê. Ez gelek bi heyecan im; ji ber sebebên ji hev cihê. Em dertên derva û ez bi destê dilê xwe, Baranê xwe yê pênc salî, digrim û dibêjim: “ De ka bi destê min bigre. Tu yê li vir wenda bibî û tu ji xwe tirkî jî nizanî”
Ew devken li min mêzedike û dibêje: “Baba, ez yok-mok dizanim”. Em herdu jî bi van gotinan dikenin û xwe davêjin hundirê erebeyê.
Stenbol bi min kevn û xerabe dixwîye. Ez ji xwe ra dibêjim: Lo ev der cîyê heyatê nin e! Blokên mezin, xanîyên xerabe, înşaat û şantîye... Di ser da jî trafîkek ecêb... Heyatek anonîm...

Stenbol, 01.10.2006
Îroj yekşemî ye. Ez li soqaqên Stenbolê bê hedef digerim. Cîyên ku min berî neh salan volte avêtibûn yeko-yeko nasdikim. Ez bê sebr im, tebat nakim. Rihekî vî bajarî heye, meriv dikşîne xwe. Ez birçîbûna rojîyê ji bir dikim. Kolan-kolan, sûk-sûk bi gavên lez dixwazim her cîhî bibînim.
Ez dizanim ku cîyê kovarê girtî ye. Ji xwe ez wê derê nasnakim. Ez hew dibînim ku gavên min xwe bi alîyê lewheya Veznecîlerê dikşînin. Ez rê lê nagrim. Diçim hetanî derê pasajê. Belê, pasaj girtîye! Ma ji sibehê zû ra çend seet man? Gelo ev seet derbasbin? Ez û tebat kirin?

Stenbol, 02.10.2006
Belê, seet derbasbûn! Şev qedîya, şukur ji Xwedê ra! Ez/Em ê Silêman abê bibînim. Em zar û zêç, xwîşk û baldiz berî xwe didin Yumni İşhanı. Gelo sanîye çima ewqas dirêj in? Rast e, wext mefhûmek relatîf e!
Em Silêman abê dibînin. Ew coş û heyecana wî hê jî mîna deh sal berê ye. Ez li wî mêzedikim û mezinên tarîxê têne bîra min. Ew îkon e!
Ez xwe bextîyar dibînim ku min ew naskirîye.

Stenbol, 03.10.2006
Ez sibehê zû radibim û xwe davêjim sûkên Stenbolê. Bê westan û mola ez hetanî derengîya şevê digerim. Sirf jiboyî nimêjê xwe davêjim binê sîya mizgeftan (gelo ev kelîme ji ku tê?). Ez jî fêm nakim ka ev enerjî ji ku tê. Ez zar-zor wext dibînim ku fitara xwe vekim.
Her tişt bi min nû ye, di serî da jî xwarin. Piştî fitarê ez her tiştî diceribînim. Gunehê min bi mideyê min tê...
Lêbelê ev nûbûn jî bi min gelek enteresan dixwîye. Li Ewrûpayê em wek mêvan têne dîtin û li vir jî em gelek tiştan nasnakim. Ez li ser aîdîyetê difikirim. Gelo em aîdî ku ne? Em li kûderê li mal in? Ez ji xwe ra dibêjim ku em qe li cîyekî li malê ninin, lewra hem li wir û hem jî li vir gelek adet û tiştên din bi me xerîb in. Cardin ez li ser kulturên aîdî hin gruban (subculture) difirikim û dibêjim cihêbûn, cihêbûna şiklê heyatê di nav cîvakî bixwe da jî heye.
Atmosfera rojîyê li vir gelek cihê ye. Ji ber vê ez jixwe ra dibêjim mala meriv ew cîye ku bawerîya meriv li wir serdest e, yanê bi bawerîya meriv ra girêdayî ye. Lê kultur, zman, kêmbûn-pirrbûn... Mesela, hebûna alayan li her cîyî min a’ciz dike, muhafazakartî û qewmîyetçîtîyek ecêb li vir heye. Ev tişt dikin ku ez ji xwe ra dibêjim, heyran ev der ne cîyê heyatê ye.
Ez dîsa jî li ser rewşa yê derveyî welat difikirim û dibêjim: Bi gotina Edward Said em „out of place“ in,  yanê bêwar in.
Netîce: Ji noqteyeke şûnda heyat bixwe nîşanî meriv dide ku ew xwedîyê aîdîyetek çere ye.

Stenbol, 04.10.2006
Ez bi Elî û Silêman ra li Fatîhê diçîm fitarê. Ez li Elî abê mêzedikim û şaş dibim: Min cara dawî ew berî neh salan dîtîbû. Lê ev camêr îro ji wê rojê xorttir û cîwantir e.
Em li cîyê Urfayîyan xwarineke gelek xweş dixwin. Gelo Xwedê Urfayî jibo çêkirina xwarina xweş xulîqandîye? Na, hinek ji wan jî dengbêj û stranbêj in.
Em li ser çapemenîya kurmancî gelek qisedikin. Em giştik di wê bawerîyê da ne ku divê kitêbên jibo zarokan bên derxistin. Lê emê ji ku destpêbikin?
Heyfa min bi wê tê ku dezgehên me tunin. Eger dezgehên me hebûna, emê niha di noqteyeke din da ban. Gotinên hostayê bêhempa, entelektuelê mezin, Ehmedê Xanî tênê bîra min:
      “Ger dê hebûya me jî xwedanek
       alîkeremek, letîfedanek

        İlm û hûner û kemal û î’zan
       şî’r û  xezel û kîtab û dîwan

Ev cins bibûya li bal wî mamûl
ev neqd bibûya li nik wî meqbûl

Min dê elema kelamê mewzûn
alî bikira li banê Gerdûn”


Stenbol, 05.10.2006
Ez, Baran û dîya wî xwe davêjin panayira Fatîhê. Ez îdî ferq dikim ku ez li dû xwarinên xweş digerim. Em giştik li halê min dikenin.
Li pêşîya me cax kebap e û ez bi heyecanek mezin li hêvîya ezanê me. Dû ezanê em dest bi xwarinê dikin û ez ji xwe eyb dikim. Ez ji wan însanên li ber çadirên fitarê fedî dikim. Bi sedan kes li benda xwarinê ne. Wîjdana min zonq dike.
Ez ji garsonekî zarok ku heft-heyşt salî dixwîye bi kurmancî çeqilmastê/dew dixwazim. Baran şaş dibe û dibêje: „Ma ew jî mîna me ne?“ Em dibêjin erê û gelekî pê dikenin.
Ew îdî xwe gelek rehet hîs dike û mîna şêrê ku di warê xwe da ye dikene û kêfa wî tê cî. Em ji xwe ra sohbet dikin û dû wextekî ra garsonekî din î mezin, gava nêzîkî me tê, ferq dike ku em bi kurdî qisedikin. Kêfa wî jî gelek tê û ew jî bi me ra, xisûsen bi Baran ra, bi kurmancî qisedike. Îdî kêfa wî gelek li cî ye û xwe ser pişt davêje û dest bi henekan dike. Ew ferq dike ku zmanê ku ew li vir qisedike zmanê bazarê ye, yê sûkê ye. Ji ber vê ew gava tiştekî dibêje dengê xwe bilind dike.
Ev tişt dîsa ray min dide ku gelek mûhîm e em li her derî bi zmanê xwe qisebikim. Zarok gelek zû ferq dikin ka qîmeta tiştên ku ew dikin heye yan na. Îjar ev jibo wan dibe nîşaneke gelek mûhîm û di ser da jî ew ji şexsîyeta xwe eyb nakin.

Stenbol, 06.10.2006
Meha Remezanê li Stenbolê bi atmosferekî gelek cihê û xweş dimeşe. Ez û hevaljîyana xwe dibêjin, em îdî rojîyên xwe li vir derbasbikin. Nimêja li camîyan çiqas xweş e!
Kilama Şivan tê bîra min: „Welatê meriv ji welatê xelkê şêrîntir e.
Welat, yanê welatê bîr û bawerîya meriv.

           Serhed, 07.10.2006
Ez bi teyarê ji Stenbolê diçim Serhedê. Di teyarê da agahîyên li ser telûkeyan bi du zmanan tên dayîn: Îngîlizî û tirkî. Ez li devûdorê xwe mêze dikim û bi min were tê ku hema bêje ji sisêya dudu kurmanc in. Ez hinekî guhê xwe didim devûdorê xwe û dibînim ku pirranîya wan tirkî jî baş nizanin.
Ez li vê zuluma hanê difikirim, zilma qedexekirina zmanê bavûkalê me. Ya Xweda, ev çi zulmeke mezin e! Yanê eger meriv bi wê bawer be ku qîmeta van agahîyan di talûkeyan de heye, wê çaxê meriv yên ku van herdû zmanan nizanin, û yên ku diçin cem me bi pirranî nizanin, rasterast dişîne mirinê. Canê we ji cehenemmê ra! Hûn tirkî nizanin, ji ber vê layîq nîne ku hûn bijîn.
Ji ber vê zulma bêsînor ez jı xwe ra dibêjim hetanî ku zmanê me li her derî biê bikaranîn divê em bixebitin. Di vê noqteyê da ev çarîna hanê ya Sabah abê di mejûyê min da derbas dibe:
        “Mirina zilma xedar bizan yara min tu yî
Hey hêvîya wê rojê ku debara min tu yî
Xwezî mirin nebûna heta mirina zilmê
Şeva mirina zilmê, şev-erûsa min tu yî’

Ez bi texsîyekê ji firgehê (ax kula kelîmeyan) xwe davêjim cem pîrika xwe.
Ya Xweda ev çi bajêr e? Qirêj e, hilşîyayî ye û di ser da jî piçûk e. Ez fem nakim ka çima ev şehir berê xweşî min diçû!?

            Xerîbîstan, 03.01.2007
Ez di Netkurdê da rastî roportajek bi Rojen Barnas têm û bi heyecaneke mezin dixwînim. Gava Nûdem derdiket min bi rojan li ş’ir û nîvîsên wî dipa. Stîl û zmanê wî hem xweşî min diçe û hem jî îstîqameta wî li ser zman rast û li cî ye. Îjar mixabin em îdî ji nîvîs û ş’îrên wî bê par in.
Ez dest bi xwendinê dikim. Du xwendinê ez cardin li serî vedigerim û dibêjim ka gelo tiştek ji çavên min revîya yan na.
Ez bi mehzûnîya wî mehzûn dibim. Ez mehzûn dibim ku ew ji nexwendina kurdan aciz e. Ez heq didimê, lê cardin ez dibêjim, xwezila ev tişt neda ber çavan. Ma Feqî, Mela, Ehmedê Xanî, Bedirxanîyan eynî tişt bidan ber çavan, emê îro di halekî gelekî xerabtir da ban.
Ez ji ber hin sebeban jî wî fem nakim: 1. Ku em îro dikarin bi kurdî bixwînin û binvîsînin mucizeyeke mezin e. Ka li ku hatîye dîtin ku merivan bê mekteb û bazara ziman edebîyateke  çi zeîf, çi dewlemend – avakirine? 2. Meriv hetanî dibe hostayê zman, salan bi xwendin û nîvîsandînê derbas dike. Û gava tê noqteya ku îdî ziman ewqas rind bikarbîne sebebên din tîne zman.
Heyfa min bi wê tê ku kitêbxaneya kurdî nikare zêdetir bi kitêbên Rojen Barnas, Sabah Kara, Ferhad Shakely û hinek nîvîskarên din were xemilandin.

Theodor Herzl û Em Zulim û dagirkerîyê hiş û mêjûyê me îstila kirîye û loma jî em lal bûne êdî. Perçebûna welatê me û nebûna dewletekê tr...