Ger çavên min birjînî– Rainer Maria Rilke
Werger: Abdullah İncekan
Ger çavên
min birjînî jî, dikarim bibînim te,
guhên min jê jî bikî, dikarim bibihîsim te,
û bêyî nig jî dikarim bême cem te,
û bê dev jî dikarim sond bixwim bi te,
çengên min
bişkînî jî, mîna destekî
digirim bi dil ez te,
dilê min raweste jî, wê mêjiyê min bijene,
mêjî bişewitînî
jî,
ez ê te bi cî bikim di nav xwîna xwe.
Rilke û Rodin
Keine Kommentare:
Kommentar posten