Noten Şefeqê
Xerîbîstan, 26.09.2006
Em îro diçin mala eqrebayekî xwe. Qîza wan a heyş salî mir. Gelek kes tên û diçin, tazî mezin e. Hê
cenaze li malê ye û herkesê ku tê qala wê dike, ka ew çawa bi mirina kêçîkê
hesîyaye. Ez xwe dikim cîyê bavê qîzikê û li ser wê difikirm ka gelo ew niha çi
hîsdike. Hûrmet? Hûrmeta li hember êşa wî? Ya li hember cenaze? Ya li hember
êşa pîrik û kalikê wê?
Ez vê halê beredayî fem nakim. Her cara ku mirîyek hebe, ez eynî tiştî
hîsdikim: Gelo wê cemaeta tazîyê çiqas bi hûrmet be. Her car: Xusran.
Ez li sebeban digerim, nabînim. Erê bi mirî ra meriv namire, lê hinek
sebir, hinek huzun, hinek hûrmet.... Temam merivê smal talkekî bike, lê ev ecelebûn çî ye?
Ez ji xwe ra dibêjim: Temam, gelê min nexwendî ye. Ew hatîye vir û li vir
bi heyata rojane re ketîye, xwe ji kultura vir dûr girtîye, lewra ew ji
medenîyeteke din e û ji ber vê jî mîna berê ma ye, mîna çil sal-pêncî sal
berê... Lê... Lê ma mejû qet naxebite, tecrûbe çênabin, fema însan qêt pêşda
naçe?
Erê ez ti cewabî nabînim. Ez li Ewrûpayê xwe li gundê xwe yî berîya bîst
salî dihesibînim. Dunya çûye cîyekî, yê min li cîyekî ne. Diqehirim, dikim xwe
bixwim, por li xwe spî dikim, heyatê li xwe diherimînim, çi feyde ye?
Xwe davêjim mitbaxê. Ez naxwazim bîst carî-sî carî eynî tiştî bibhîzim. Garsonîyê dikim: Çay çê
dikim, çay belav dikim, îskanan dişom, yanê direvim ji heyatê.
Di tarîya şevê da xwe diavêjim malê. Erê, gerek ez xwe bighinim qelemê.
Encax qelem dikare niha êşa min hîs bike, ew dikare ji min ra bibe dost û yar.
Ez dest bi nîvîsandînê dikim:
“Ey qewmê min!
Ez dizanim ku tu nezan î, lê tu
nizanî ku tu nezan î.
Tu herroj dibêjî ku nezanîn ne eyb e,
ne hîn bûn eyb e, lê tu ticarekî lê
nagerî ku zanebûna xwe zêdebikî.
Ey qewmê min,
te zanayên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û
Bedîuzzeman ji
nava dilê xwe derxistîye, lê tu tirojê lê
negerîyayî ku tu wan fem bikî.
Ey qewmê min,
ez dizanim ku te guhên xwe nedaye şaîr û alimên
xwe, wê tu yê guh nedî
min jî. Ez ku ne şaîr û zana me, sirf xwedîyê
gotina sade me.“
Ez bi vê gotinê dev ji niîvîsandinê berdidim. Belê ez bê qelem im, qelem
nikare ji min ra bibe yar! Di ser da jî bîna nîvîsakarên din ji van cumleyan
tê. Ez çi bikim wan? Ez ne şaîr û xwedîyê gotina pak im. Hûnandina peyvan ji
min dûr e. Resim ji min dûr e. Ez xwe bi çi bînim zman?
Ji xwe
„çi bikim ku
qewî kesad e bazar
nînin
ji qumaşî ra xerîdar“!
Stenbol,
30.09.2006
Li duh neh salan, salên dirêj ez têm Tirkîyê. Ez gelek bi heyecan im; ji
ber sebebên ji hev cihê. Em dertên derva û ez bi destê dilê xwe, Baranê xwe yê
pênc salî, digrim û dibêjim: “ De ka bi destê min bigre. Tu yê li vir wenda
bibî û tu ji xwe tirkî jî nizanî”
Ew devken li min mêzedike û dibêje: “Baba, ez yok-mok dizanim”. Em herdu jî
bi van gotinan dikenin û xwe davêjin hundirê erebeyê.
Stenbol bi min kevn û xerabe dixwîye. Ez ji xwe ra dibêjim: Lo ev der cîyê
heyatê nin e! Blokên mezin, xanîyên xerabe, înşaat û şantîye... Di ser da jî
trafîkek ecêb... Heyatek anonîm...
Stenbol,
01.10.2006
Îroj yekşemî ye. Ez li soqaqên Stenbolê bê hedef digerim. Cîyên ku min berî
neh salan volte avêtibûn yeko-yeko nasdikim. Ez bê sebr im, tebat nakim. Rihekî
vî bajarî heye, meriv dikşîne xwe. Ez birçîbûna rojîyê ji bir dikim. Kolan-kolan,
sûk-sûk bi gavên lez dixwazim her cîhî bibînim.
Ez dizanim ku cîyê kovarê girtî ye. Ji xwe ez wê derê nasnakim. Ez hew
dibînim ku gavên min xwe bi alîyê lewheya Veznecîlerê dikşînin. Ez rê lê
nagrim. Diçim hetanî derê pasajê. Belê, pasaj girtîye! Ma ji sibehê zû ra çend
seet man? Gelo ev seet derbasbin? Ez û tebat kirin?
Stenbol,
02.10.2006
Belê, seet derbasbûn! Şev qedîya, şukur ji Xwedê ra! Ez/Em ê Silêman abê
bibînim. Em zar û zêç, xwîşk û baldiz berî xwe didin Yumni İşhanı. Gelo sanîye çima
ewqas dirêj in? Rast e, wext mefhûmek relatîf e!
Em Silêman abê dibînin. Ew coş û heyecana wî hê jî mîna deh sal berê ye. Ez
li wî mêzedikim û mezinên tarîxê têne bîra min. Ew îkon e!
Ez xwe bextîyar dibînim ku min ew naskirîye.
Stenbol,
03.10.2006
Ez sibehê zû radibim û xwe davêjim sûkên Stenbolê. Bê westan û mola ez
hetanî derengîya şevê digerim. Sirf jiboyî nimêjê xwe davêjim binê sîya
mizgeftan (gelo ev kelîme ji ku tê?). Ez jî fêm nakim ka ev enerjî ji ku tê. Ez
zar-zor wext dibînim ku fitara xwe vekim.
Her tişt bi min nû ye, di serî da jî xwarin. Piştî fitarê ez her tiştî
diceribînim. Gunehê min bi mideyê min tê...
Lêbelê ev nûbûn jî bi min gelek enteresan dixwîye. Li Ewrûpayê em wek mêvan
têne dîtin û li vir jî em gelek tiştan nasnakim. Ez li ser aîdîyetê difikirim.
Gelo em aîdî ku ne? Em li kûderê li mal in? Ez ji xwe ra dibêjim ku em qe li
cîyekî li malê ninin, lewra hem li wir û hem jî li vir gelek adet û tiştên din
bi me xerîb in. Cardin ez li ser kulturên aîdî hin gruban (subculture) difirikim û dibêjim cihêbûn, cihêbûna şiklê heyatê di
nav cîvakî bixwe da jî heye.
Atmosfera rojîyê li vir gelek cihê ye. Ji ber vê ez jixwe ra dibêjim mala
meriv ew cîye ku bawerîya meriv li wir serdest e, yanê bi bawerîya meriv ra
girêdayî ye. Lê kultur, zman, kêmbûn-pirrbûn... Mesela, hebûna alayan li her
cîyî min a’ciz dike, muhafazakartî û qewmîyetçîtîyek ecêb li vir heye. Ev tişt
dikin ku ez ji xwe ra dibêjim, heyran ev der ne cîyê heyatê ye.
Ez dîsa jî li ser rewşa yê derveyî welat difikirim û dibêjim: Bi gotina
Edward Said em „out of place“ in,
yanê bêwar in.
Netîce: Ji noqteyeke şûnda heyat bixwe nîşanî meriv dide ku ew xwedîyê
aîdîyetek çere ye.
Stenbol,
04.10.2006
Ez bi Elî û Silêman ra li Fatîhê diçîm fitarê. Ez li Elî abê mêzedikim û şaş
dibim: Min cara dawî ew berî neh salan dîtîbû. Lê ev camêr îro ji wê rojê
xorttir û cîwantir e.
Em li cîyê Urfayîyan xwarineke gelek xweş dixwin. Gelo Xwedê Urfayî jibo çêkirina
xwarina xweş xulîqandîye? Na, hinek ji wan jî dengbêj û stranbêj in.
Em li ser çapemenîya kurmancî gelek qisedikin. Em giştik di wê bawerîyê da
ne ku divê kitêbên jibo zarokan bên derxistin. Lê emê ji ku destpêbikin?
Heyfa min bi wê tê ku dezgehên me tunin. Eger dezgehên me hebûna, emê niha
di noqteyeke din da ban. Gotinên hostayê bêhempa, entelektuelê mezin, Ehmedê
Xanî tênê bîra min:
“Ger
dê hebûya me jî xwedanek
alîkeremek, letîfedanek
İlm û hûner û kemal û î’zan
şî’r û xezel û kîtab û
dîwan
Ev
cins bibûya li bal wî mamûl
ev
neqd bibûya li nik wî meqbûl
Min
dê elema kelamê mewzûn
alî
bikira li banê Gerdûn”
Stenbol,
05.10.2006
Ez, Baran û dîya wî xwe davêjin panayira Fatîhê. Ez îdî ferq dikim ku ez li
dû xwarinên xweş digerim. Em giştik li halê min dikenin.
Li pêşîya me cax kebap e û ez bi heyecanek mezin li hêvîya ezanê me. Dû
ezanê em dest bi xwarinê dikin û ez ji xwe eyb dikim. Ez ji wan însanên li ber
çadirên fitarê fedî dikim. Bi sedan kes li benda xwarinê ne. Wîjdana min zonq
dike.
Ez ji garsonekî zarok ku heft-heyşt salî dixwîye bi kurmancî çeqilmastê/dew
dixwazim. Baran şaş dibe û dibêje: „Ma ew jî mîna me ne?“ Em dibêjin erê û
gelekî pê dikenin.
Ew îdî xwe gelek rehet hîs dike û mîna şêrê ku di warê xwe da ye dikene û
kêfa wî tê cî. Em ji xwe ra sohbet dikin û dû wextekî ra garsonekî din î mezin,
gava nêzîkî me tê, ferq dike ku em bi kurdî qisedikin. Kêfa wî jî gelek tê û ew
jî bi me ra, xisûsen bi Baran ra, bi kurmancî qisedike. Îdî kêfa wî gelek li cî
ye û xwe ser pişt davêje û dest bi henekan dike. Ew ferq dike ku zmanê ku ew li
vir qisedike zmanê bazarê ye, yê sûkê ye. Ji ber vê ew gava tiştekî dibêje
dengê xwe bilind dike.
Ev tişt dîsa ray min dide ku gelek mûhîm e em li her derî bi zmanê xwe
qisebikim. Zarok gelek zû ferq dikin ka qîmeta tiştên ku ew dikin heye yan na. Îjar
ev jibo wan dibe nîşaneke gelek mûhîm û di ser da jî ew ji şexsîyeta xwe eyb
nakin.
Stenbol,
06.10.2006
Meha Remezanê li Stenbolê bi atmosferekî gelek cihê û xweş dimeşe. Ez û
hevaljîyana xwe dibêjin, em îdî rojîyên xwe li vir derbasbikin. Nimêja li
camîyan çiqas xweş e!
Kilama Şivan tê bîra min: „Welatê meriv ji welatê xelkê şêrîntir e.“
Welat, yanê welatê bîr û bawerîya
meriv.
Serhed,
07.10.2006
Ez bi teyarê ji Stenbolê diçim Serhedê. Di teyarê da agahîyên li ser
telûkeyan bi du zmanan tên dayîn: Îngîlizî û tirkî. Ez li devûdorê xwe mêze
dikim û bi min were tê ku hema bêje ji sisêya dudu kurmanc in. Ez hinekî guhê xwe
didim devûdorê xwe û dibînim ku pirranîya wan tirkî jî baş nizanin.
Ez li vê zuluma hanê difikirim, zilma qedexekirina zmanê bavûkalê me. Ya
Xweda, ev çi zulmeke mezin e! Yanê eger meriv bi wê bawer be ku qîmeta van
agahîyan di talûkeyan de heye, wê çaxê meriv yên ku van herdû zmanan nizanin, û
yên ku diçin cem me bi pirranî nizanin, rasterast dişîne mirinê. Canê we ji
cehenemmê ra! Hûn tirkî nizanin, ji ber vê layîq nîne ku hûn bijîn.
Ji ber vê zulma bêsînor ez jı xwe ra dibêjim hetanî ku zmanê me li her derî
biê bikaranîn divê em bixebitin. Di vê noqteyê da ev çarîna hanê ya Sabah abê di
mejûyê min da derbas dibe:
“Mirina
zilma xedar bizan yara min tu yî
Hey
hêvîya wê rojê ku debara min tu yî
Xwezî
mirin nebûna heta mirina zilmê
Şeva
mirina zilmê, şev-erûsa min tu yî’
Ez bi texsîyekê ji firgehê (ax kula kelîmeyan) xwe davêjim cem pîrika xwe.
Ya Xweda ev çi bajêr e? Qirêj
e, hilşîyayî ye û di ser da jî piçûk e. Ez fem nakim ka çima ev şehir berê xweşî min diçû!?
Xerîbîstan, 03.01.2007
Ez di Netkurdê da rastî
roportajek bi Rojen Barnas têm û bi heyecaneke mezin dixwînim. Gava Nûdem derdiket min bi rojan li ş’ir û
nîvîsên wî dipa. Stîl û zmanê wî hem xweşî min diçe û hem jî îstîqameta
wî li ser zman rast û li cî ye. Îjar mixabin em îdî ji nîvîs û ş’îrên wî bê par in.
Ez dest bi xwendinê dikim. Du xwendinê ez cardin li serî vedigerim û
dibêjim ka gelo tiştek ji çavên
min revîya yan na.
Ez bi mehzûnîya wî mehzûn dibim.
Ez mehzûn dibim ku ew ji nexwendina kurdan aciz e. Ez heq didimê, lê cardin ez
dibêjim, xwezila ev tişt neda
ber çavan. Ma Feqî, Mela,
Ehmedê Xanî, Bedirxanîyan eynî tişt
bidan ber çavan, emê îro di
halekî gelekî xerabtir da ban.
Ez ji ber hin sebeban jî wî fem
nakim: 1. Ku em îro dikarin bi kurdî bixwînin û binvîsînin mucizeyeke mezin e.
Ka li ku hatîye dîtin ku merivan bê mekteb û bazara ziman edebîyateke – çi zeîf, çi
dewlemend – avakirine? 2. Meriv hetanî dibe hostayê zman, salan bi xwendin û
nîvîsandînê derbas dike. Û gava tê noqteya ku îdî ziman ewqas rind bikarbîne
sebebên din tîne zman.
Heyfa min bi wê tê ku kitêbxaneya
kurdî nikare zêdetir bi kitêbên Rojen Barnas, Sabah Kara, Ferhad Shakely û
hinek nîvîskarên din were xemilandin.
Kommentare
Kommentar veröffentlichen