Günter Grass, qedirşinasî û em



Çend roj berî ku Günter Grass, nivîskarê navdar yê Alman û xelatgirê Nobelê, were bajarê me, ez bi hatina wî dihesim û derhal ji bo bilêtê li salonê digerim. Elbet ez texmîn dikim, ku hemû bilêt hatine firotin, lê dîsa ez ji xwe re dibêjim: Grass ewqas nêzîk hatiye û ji xwe kal e jî. Divê ez wî bibînim û rêyekî bibînim, ku biletekê peyda bikim.
Xanima li ser telefonê dibêje, ku hemû bilêt hatine firotin û ez dest bi lavayan dikim, lê ew jî çare nake. Rêyeke tenê li pêş min dimîne: Divê ez nîv seetek berê biçim wir û mêze bikim, ka ez dikarim têkevim hûndir yan na. Ev halê han çîrokeke ji piçûktîya min tîne bîra min: Bavê min digot, di salên heyştêyî de gava me li bajêr xwarin, benzîn û zexîret dikirî, em bi rojan diketin pê kirrînê – carna jî em destvala dizivirîn malê.
Îcar de were lê mêze bike: Yên me ji bo xwarin û vexwarinê diketin rêze, yên xelkê ji bo guhdarîkirina nivîskarekî.

Li ber derê salonê ez rastî qerebalixek mezin têm û ez jî bi wan re dikevim rêze. Di dawiyê de biletek bi destê min dikeve û ez dikevim hûndir. Herçiqas ji nebûna bilêtan halê salonê ji berê kifş be jî, ez bi çavên xwe bawer nakim: Salona terrikî tije ye û gelek ji wan xort û cîwan in. Bi deqîqeyan ez li devûdorê xwe mêze dikim: Xwedê bide meriv, dide meriv! Kal û pîr, jin û mêr, keç û xort – bi sedan li hêvîya nivîskarê xwe ne...
Günter Grass tê ser sahneyê. Ew tenê tiştekî dike: Ji kitêba xwe ya nû „Grimms Wörter – Eine Liebeserklärung“ (Peyvên Grimm – Daxûyanîya evînekê) dixwîne. Kitêb li ser herdu bira Jakob û Wilhelm Grimm e. Weku tê zanîn, du xebatên mûhîm yên van herdu brayan hebûne, ku ji bo me Kurdan jî dikarin bibin mîsal. Jacob û Wilhelm xebatên xwe li ser du esasan ava dikin: Ew ji hêlekê ve çîrokên gelerî yên Almanan berhev dikin, ji alîyê din ve jî ferhengeke Almanî amade dikin. Bi van herdu xebatan ew bingeha standartkirina Almanî datînin û bîra gelê xwe muhafeze dikin. Îcar Günter Grass jî di neh beşan de li ser heyat û derûdorê van herdu bira disekine û di her beşê de giranîyê dide herfekê ji alfabeyê û bi vî şiklî gotinên ji ferhenga wan cardin tîne ziman û eleqeyê bi ferhengê girêdide. Di nava çîroka Jakob û Wilhelm de ew mijarê tîne ser jîyana xwe û mîsalên têkîldar ji heyata xwe dide (mesela gava qalê sansûrê dike, mîsalan ji heyata xwe jî dide). Bi gotineke din, berhema wî berhemeke bîyografîk û otobîyografîk e. Bi pirranî ji kelîmeyên, ku di ferhenga herdu brayan de ne, ew hereket dike û mîsalan ji heyata xwe dide.
Günter Grassê heyştê û sê salî xebata xwe wek xebata otobîyografîk ya dawîn nîşan dide. Ev gotina wî weke xatir xwestin bê fehm kirin jî, însan meraq dike, ka ew ê li ser vê soza xwe bisekine yan na. Lewra, weku tê zanîn, ew nivîskarekî welûd e û bi her kitêba xwe li welatê xwe rojevê tayîn kirîye.  
Seetek û nîvekê bi sûkûneteke nedîtî gel guhdarî wî dike. Xêncî kuxika çend kesan ti deng tune ye: Ne pisepisa merivan, ne zîlê telefonekê... Ez jî mîna mêvanên din guh didim vî camêrî û bi wî re dikevim nav cîhana kelîmeyan û tarîxa Almanan. Dû re... Dû re hemû gûhdarvan radibin pê û bi qasî deh deqîqeyan li çepikan dixin! Elbet têkilîya vê rewşa han bi kesayetîya Günter Grass ve heye, lê dîsa jî ev qedirşînasî min bi hûzin dike, lewra ez vê şevê jî gelê xwe ji bîr nakim.
Li ber derê salonê ez bi deqîqeyan disekinim û li eleqeya gel temaşe dikim û Kurdên min tên bîra min. Ez bi xwe ji xwe re dibêjim, tişta ku qewmekî bi hêz dike, dêmek ev e: Qîmetdayîn û qedirşînasî! Qedirgirtina ziman û çanda xwe, qedirgirtina edebîyata devkî - mêjûyê xwe yê neteweyî, qedirgitina kesayetîyan...
Mîsal li dû mîsalê di serê min re derbas dibin: Qîmeteke mîna Celadet radibe bîrekê îcare dike, da ku Hawarê derbixe... Hemzeyê Muksî di kîjan feqîrtî û belengazîyê de heyata xwe dewam kirîye kes pê nizane, ji ber ku kesî xwe lê negirtîye... Xizanîya Ekrem Cemîl Paşa di nav de jîyaye, dilê meriv diêşîne...  Mîsalên roja me tên bîra min...
Ez li gengeşîyên li ser standartbûna Kurdî difikirim! Çiqas perspektîfeke teng û jakoben!
Li alîyê din: Çima li mala herkesî Mem û Zîn a rehmetî, Dîwanên Mela û Feqî, kovarên Jîn, Kurdistan, Hawar û hwd. tunin?
Bi van hîs û fikaran, di destê min de „Grimms Wörter“, ez berî xwe didim malê. Bi rê de  ez ji xwe re vê dibêjim: Ev tişt li ba me hebana, ji xwe em jî di vî halî de nediman!

Günter Grass behsa Kurdan dike

Li malê ez berhema min hin beş jê guhdarî kirine, dixwînim. Nivîskar behsa herdu brayan û xebatên wan dike û li hin ciyan gava behsa gotinekê dike, meseleyê tîne bi anekdotan ji heyata xwe ve girêdide. Loma jî herçiqas behsa salên 1800î bibe jî, em tên salên dû şerê cîhanê yê dudiyan. Ew bi hostatî di nava dem û dewranan de çargavî diçe û tê û xwendevanê xwe bi xwe re digerîne.
Gava ew qala wê dike ku Jacob Grimm di 1848an de li bajarê Frankfurtê li dêra bi navê Paulskirche wek endamê Kongreya Neteweyî tevlî sîyasetê dibe, mijarê tîne ser vê dêrê. Û dû re behsa wê dike, ka ew cara ewil çawa û çaxtê çûye wir.
Grass dibêje:
„Tecrûbeya min ya li dêra Paulskircheyê tenê ji bo sibehekê ye. Di cotmeha 1997an de, di dawîya fûara kîtêban ya Frankfurtê de, divîya bû xelata aştîyê ya kitêbfiroşên Alman ji bo nivîskarekî Tirk bihata dayîn. Komeleya Borsayê xeber da min, ku xelatgir Yaşar Kemal xwestîye ku teblîxa li ser wî ez amade bikim. Ev ji bo min hêsan bû, ji ber ku Kemal çîrokbêjekî efsûnî û nivîskarekî bi metanet bû û loma jî tim û tim li Tirkiyeyê di nav talûkeyan de bû.
Min bi alîkariya kitêbên wî berî xwe da Anatolyayê, gav bi gav li pêy destana Anatolyayê ketim û teblîxek nivîsî, ku -ji xwe çawa dikarîbû wiha neba- bû sebebê îtirazê, ji ber ku tê de behsa Kurdekî ji Tirkiyeyê û zulma ku li wê derê li ser Kurdan dom dikir, dihate kirin.“ (Grimms Wörter – Eine Liebeserklärung, r. 160)
Grass dûr û dirêj qala teblîxa xwe dike: Ew li ser berhemên Yaşar Kemal û nivîskarîya wî disekine. Dû re ew mijarê cardin tîne ser Kurdan û dibêje:
„Di dawîya teblîxa xwe de min ji nivîseke Yaşar Kemal îqtibasek kir, ku tê de zulma li ser Kurdan ya li welatê xwe şîkayet dike û pê re mes’ulîyeta demokrasîya welatên rojhilatê bibîrtîne: „Li ber şêmûga qirnê bîstûyekan meriv nikare gelekî, grûbeke neteweyî, ji mafên însanî bê par bihêle. Hêza ti welatekî ji vê re tuneye. Di netîceyê de hêza însanan bû ku Amerîkayî ji Veitnamê, Rûs ji Efxanîstanê avêt der û mûcîzeya Afrîkaya Başûr anî holê. Cumhurîyeta Tirkîyê nikare weke welatekî lanetkirî bi domkirina vî şerî (ê li hember Kurdan) têkeve sedsala bîst û yekê. Wîjdana mîrovatîyê wê alî gelên Tirkiyê bike ku, ev şerê bêînsanî biqedîne. Xisûsen gelên wan dewletên ku sîlehan difroşin dewleta Tirk divê alî bikin ku....“
Muxatabê vê gotinê Alman bûn. Loma jî min gotina xwe bi mesajekê qedand ku, muxatabê wê gûhdarvanên xwedîpere yên Frankfurtê û siyasetvanên navdar bûn ku di qorên pêşiyê de rûniştibûn: „Kî li vir, li dêra Paulskircheyê, berjewendiyên hikumeta Kohl/Kinkel biparêze, dizane ku Almanyaya Federal bi salan e musaade dike ku çek biçin Cumhuriyeta Tirkiyê ya ku gelê xwe bi vî şerî diqewirîne. Heta li dû salên 1990î, gava taliheke ji bo me çêbû û Alman bûn yek, tank û çekên mezin yên ordiya Almanyaya Rojhilat jio bo vî welatê ku şer dike hatin şandin. Em bûn şirîgê şer û niha jî şirîg in. Ez ji welatê xwe şerm dikim ku bûye feqîrê aboriyê ku hikumeta wî musaadeya şerê qatîl dike û di ser de jî mafê îlticayê nade Kurdên ku ji zulmê direvin.“ (Grimms Wörter – Eine Liebeserklärung, r. 162)

Belê, navdarê Alman Günter Grass li mekanekî ewqas mûhîm behsa êş û elemên me Kurden dike. Ka gelo navdarên Kurdên me di civînên mûhîm de behsa çi dikin?

 (Nûbihar, hejmar 115, 2011)

Kommentare

Beliebte Posts aus diesem Blog

Li pey şopa Bedirxanîyan

Hevpeyvîn bi Abdullah Încekan re - Baha Akhan