Montag, 10. September 2012

Aheng, Teda’î û Çêkirina Kelîmeyan







Di her kelîmeyekê de cîhanek heye û her
 merivê ku bi kelîmeyan dixebite cîhanan avadike“
Heinrich Böll

Di her zimanî de ahengek heye û her kelime teda’îyekê (çağrışım) bi meriv re çê dike. Ji ber ku bi pirranî ziman bi şikleke tebîî ro bi ro – piçûk be jî – têne guhertin, ev aheng û teda’î jî bi gelek kelîmeyan ve dewam dike û însan gava wî zimanî qisedikin ew me’ne û muzikalîte pê ra dijîn. Teda’î û ahenga ziman di gramera ziman de du perçe, du esasên gelek mûhîm in; heta meriv dikare bibêje esasê ziman in. Ew jibo ziman zemîn in, lewra meriv dikare her zimanî hîn bibe û bide hîn kirin, lê aheng û teda’î di prosesa zimanhînbûnê de du tiştên herî bi zehmet û meşeqet in.
Gava kanîya ziman bi şikleke tebîî bimeşe, wê çaxê ji xwe tu problem tunin û ev guherîn bi xwe çêdibin. Lê gava meriv bi zanebûn mudaxeleyî ziman kir û mudaxelebûn bû perçeyek ji polîtikaya (standartbûna/standatkirina) ziman, wê demê problema aheng/muzikalite û teda’îyê der tê pêşîya me.

Mexseda min çî ye?

Kurmancî û zimanên din ji ber gelek sebeban her roj di prosesa guherînê de ne. Bajarîbûn, globalbûn, teknîk, medya û gelek sebebên din hene ku dikin meriv herro kelîmeyên teze  çêbike, lewra mefhûm û tiştên teze her roj zêdedibin û li alîyê din hinin tişt hene ku dimirin.
Mesela hetanî panzdeh-bîst sal berê me kelîmeyên mîna email, mms, skype nasnedikir, lewra ev tişt yan hê nehatibûn dîtin yan jî ji me dûr bûn. Li milê din tiştên ku hetanî çend sal berê di heyata me da bûn (mesela daktîlo) îdî ti rolekê nalîzin
Dewlet û gelên zane polîtîkayeke ziman yeke li ser esasên ilmî avakirinê û dezgehên wan hene ku li ser van tiştan dixebitin. Mesela li Fransayê Academie Francaise heye, ku karê wê li ser van tişta ye û li wê digere ku istîqameta ziman neherime û xêncî tiştên din aheng û teda’îya ziman werin parastin.

Îjar em werin ser kurmancî:

Wekî ku tê zanîn kurmancî li Tirkîyê di pratîkê de di noqteya zimanekî qedexekirî de ye û ti dezgeh ninin ku vê cihokê di istîqameteke rast de bimeşînin. Ev probelemek e.
Problema din jî ew e ku mêjûyê hinin merivên ku bi kurmancî dinvîsînin tevlihev e û bi/bê zanebûn dikin ku xisûsên ev du esasên vî zimanî werin wenda kirin.
Elbet bi min jî e’yan e ku em muhtacî kelîmeyên nû ne, lê ev tişt û tarûmarkirina ziman du tiştên cihê ne. Divê em rêkî bibînin ka em mefhûmên nû çawa bi nav dikin. Li vir, ez were difikirim ku, divê em wan mefhûman ji zimanên serdest bigrin, wek televîzyon, computer, internet, email... Ji xwe ez texmîn dikim ku di vê noqteyê de zêde problem tunin.
Problema esasî ev e ku li ser navê standartkirina kurmancî ji dêvla kelîmeyên hene kelîmeyên nû têne çêkirin û belav kirin. Pirr manîdar e ku li vir kelîmeya standart kirin tê bikaranîn, ne standart bûn. Meriv sirf ji vir dikare mantiqa polîtîka ziman ya van cameran fêm bike. Îjar ev kelîme di medya kurdî de tên bikaranîn û yên ku dixwazin bi zimanê xwe binvîsînin mecbûr dimînin/xwe mecbûr hîs dikin vî zimanî bikarbînin.
Ji bona ku ez rind werim fêm kirin, ez ê li wir du misalan (ne mînak) bidim:
Di nîvîseke xwe de camêrekî ku qederê salekê di rojnameyeke hefteyî de dinvîsî, digot ku heval û dostên wî jê re gotine „yahû em ji nîvîsên te qet kelîmeyên derûdora we nabînin. Ev çi ziman e tu dinvîsî?” Dibêje, min got: “Welleh heyran, ez nîvîsên xwe hazir dikim, ji redaksîyonê re dişînim. Hevalên edîtor digrin zimanê wî diguherin, navê min didin ser!“
Ya duduyan: Ez gelek caran bûme şahîd ku merivên biro-bişev bi kurmancî qisedikin, gava xeberan gudarî dikin, ne li televîzyonên kurmancî, li yên tirkî gudarî dikin, ji ber ku jibona meriv kurmancîya (hinin) kanalên kurmancî fêm bike, divê meriv tercûmanên kurmancîya nû(!)-kurmancîya kevn bîne.

Ev kelîmeyên nû dikin ku aheng û teda’î di ziman de wenda bibin. Ez ê li vir lîsteyeke pir biçûk ji van kelîmeyan bidim û li ber binvîsînim ka meriv di dêvla van kelîmeyan de çi dikare bibêje. Elbet lîsteya min gelek piçûk e û dibe ku tê de şaşî jî hebin, lê hêvîya min ew e em hema xwe zû nevêjin ferhengan û kelîmeyên bi saxlemîya wan nizanin zû bikarneînin.

Kelîmeyên kurmancîya „postmodern“

jîyana xwe ji dest dan
Min ev kelîme hetanî niha ji ti kalek û pîrekê nebîhîstîye; sirf di hinin kovar û kanalên televîzyonan de dîtîye/bîhîstiye. Bi min qet me’neyeke van gotinan tuneye.
Alternatîf: mirin, kuştin, hatin kuştin, întîhar kirin, xeniqîn, fetisîn, (jibo heywanan û nîşana bêqîmetbûnê) gever bûn, mirar bûn
ol
Dîn
Bêje
Ev kelîmeya han di me’ne „kelîme“ de tê bikar anîn. Ji fîila gotin hatîye çêkirin. „Kelîme“ zêdetir tê fêmkirin, herkes pê dizane.
Yezdan
Xweda, Ellah
xwe întîhar kirin
Meriv sirf dikare „xwe“ întîhar bike; meriv kesekî dinê dikuje, difetisîne, dixeniqîne... Loma: întîhar kirin. Bê „xwe“!
xweza
Tirkan „doğaçêkirin, „türkkürtlerê“ me ji wan neman. Ma ew dikarin kelîmeyan çêkin, em nikarin?
Alternatîf: tebîet.
Derfêt
Îmkan
Heman
Ez texmîn dikim ku ji Soranî ye, li Tirkîyê nayê bikaranîn.
Alternatîf: E’ynî.
Taybetî
Xislet, xisusen
Bersivandin
Formeke ewha li gor esasên gramerê şaş e. Alternatîf: Cewab dan, bersiv dan.
Wate
me’ne
Mînak
Xuya ye ev jî hatîye çêkirin.
Alternatîf: Mîsal
Bin çav kirin
Pir xuya ye ku ev fiîl ji tirkî hatîye girtin: Göz altına almak.
Ji ber ku sirf polês û esker merivan „binçavdikin“, em dikarin bi kurdî bibêjin: Eskeran deh zarok girtin/kirin nezaretê/avêtin hepsê.
Kujer
Qatil

Ji: Hejmara 102yan ya Nûbiharê

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen