Zimanê Kurdî: Rewş û Perspektîf


Zimanê Kurdî: Rewş û Perspektîf



Ji ber ku rejimên dagirker bi hêz û ehemiyeta rola ziman zanîbûne, wan di dîroka Kurdan ya modern de bi her awayî rê li ber zimanê Kurdî girtine. Hinin ji van rejiman bi darê zorê û rasterast û yên din jî bi siyaseteke nîv-veşartî Kurdî qedexe kirine û nehîştine ew pêşde biçe û bikemile. Herçiqas ku zimanê Kurdî li hember vê siyaseta dujminane hetanî roja îro xwe bi şiklekî biserketî parastibe û li hin perçeyên axa xwe bûbe zimanê resmî jî, ew nehatîye wê qonaxê, ku em bikaribin bibêjin, me karê xwe qedandiye û em êdî dikarin bi rihetî rûnên.
Sebebê ku em ê di paşeroja nêzîk de nikaribin bi rihetî û dilgermî rûnên gelek in û loma jî divê wek cîvat em serê xwe biêşinin, ka rewşa me ji hêla ziman ve çî ye û divê em kîjan rê û rêbazan ji van probleman re peyda bikin.
Ez dixwazim bi mîsalekê dest pê bikim: Ez bavê du zarokan im û hetanî ew bibin sê salî me bi wan re tu zimanekî din qise nekiriye û loma jî gava wan dest bi kirêjê (Kindergarden) kirine, xêncî Kurdî tu zimanekî din nizanîbûne.  Ji yek-du salîya xwe pê ve ew her di nav kitêb û çîrokên bi zimanê bavûkalên xwe de mezin bûne û me qîma xwe bi zimanê devkî neaniye û em lê geriyane ku cîhana wan bi Kurdî bixemilînin. Di vê noqteyê de me serê xwe jî gelek bi metod û dîdaktîkên modern êşandiye, da ku em di vê armancê de biserketî bin.  Lê... Lê her roja ku ew mezintir dibin û zêdetir dikevin nava lepên sîstemê, rol û tesîra Kurdî jî kêmtir dibe.
Elbet her mirovê ku hinekî bikaribe bifikire û ji cîhanê fehm bike, dizane ku qonaxa ku zarok werin wir, ev e. Lê dîsa jî gava mirov vê rewşa hanê bi çavên xwe dibîne, dilê meriv diêşe û bivê-nevê xwe mecbûr hîs dike, ku li ser vê rewşa han bifikire.
Îcar em ji ku dest pê bikin?
Ka em ji vir dest pê bikin: Dem û dewran guherîye; „halê berê nemaye“ (Melayê Kurdî). Kurd roj bi roj zêdetir dibin bajarvan û gelek ji wan êdî di metropolan de dijîn. Jîyana bajêr bi lez û beza xwe mîhenga heyatê guhertiye. Dunya gilover (global) bûye; teknîk pêş de çûye (înternet, televîzyon, telefonên bêrikê û hwd.) û bi wan ve girêdayî jî rola zimanan şeklên nû girtiye. Bi gotineke din, jiyana rojane û problemên sosyal, aborî û şexsî rola malbatê kêm kirine û malbat bi tena serê xwe nikare ji binê vê problemê derê. Elbet ev nayê wê me’neyê ku malbat dev ji qisedana bi Kurdî ber bide. Na, divê Kurd sedî sed bi hev re Kurdî bipeyvin û zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin; di vir de ji xwe tu şik û şuphe tuneye. Lê... Lê ev têr nake!
Divê em wek gel bibin xwediyê van heqan, da ku em jî jiyaneke bi rûmet û li gorî nasnameya xwe bijîn:
1.     Divê Kurd xisûsen li ser axa xwe bibin xwediyê statûyekê. Çawa di qanûna esasî ya Îraqa Federal de ew xwediyê nav û nasnameyekê ne, divê ew li hemû deverên welatê xwe di qanûna esasî de cî bigrin û wek gel werin qebûl kirin. Lewra qewmê ku di qanûn û nîzaman de tuneye, nikare hebûna xwe, û bi vê ve girêdayî zimanê xwe, biparêze.
2.     Divê zimanê Kurdî li her çar perçeyên welêt bibe zimanê resmî. Di vê noqteyê de Îraqa Federal dîsa mîsaleke mûhîm e. Lewra zimanê nebe zimanê resmî, zimanekî bê qîmet e û çi li ser axa xwe û çi jî di jiyana navneteweyî de nikare rola xwe bilîze. Li Tirkîyeyê di vê noqteyê de siyaseteke tehlîke û qirêj tê mêşandin. Bi tu şiklî îmkan nayê dayîn, ku Kurd vê xwestina xwe ya însanî bînin ziman.
3.     Divê perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe yek ji mûhîmtirîn xwestinên me. Lewra ev jî, çawa heqê her gelî ye, wisa heqê me ye jî. Ev noqteya han him ji hêla psîkolojîya zarokan û him jî ji hêla heq û huqiqê ve gelek mûhîm e.
Ji hêla psîkolojîk mûhîm e, lewra zarok gava bi zimanê xwe perwerde dibe, dibîne ku ev ziman „ji tiştekî re dibe“ û di çavên wê de dibe xwediyê qîmetekê. Ma zimanê ku li dibistanê tuneye, ji çi re dibe?
Ji alîye din: Li Tirkîyeyê zarokên Kurdan bi zimanekî bîyanî (bi zimanê Tirkî) dikevin îmtihanan û sîstema perwerdeyê bi tu şiklî vê rewşa han li ber çavan nagre. Ma edalet e, ku zarokek bi zimanê dayîka xwe (zaroka Tirk) û ya din jî bi zimanekî bîyanî (zaroka Kurd) têkeve eynî îmtihanî?
4.     Divê Kurdî di her hêla ku di destê dewletê de ye (nexweşxane, mehkeme, avahiyên resmî, park, trafîk, firgeh û hwd.) bê bikar anîn. Ev maf jî mafê me ye.
5.     Li gelek ciyan ji ber ewlekariyê (weke di teyaran de, di asansoran de) anons tên kirin/ agahî tên dayîn. Di vê noqteyê de jî mafê Kurdan li ber çavan nayê girtin. Balkêş e, ku di teyareyên diçin Kurdistanê de bi Îngilîzî agahî tên dayîn, lê bi Kurdî tiştek tuneye? Ev tê wê me’neyê ku jîyana Kurdekî bê qîmet e û loma jî lizûm nake ku ew ji van agahiyan sûd bigre.
6.     Divê Kurdî di mizgeftên Kurdistanê de bibe zimanê sereke. Lewra heqê me jî heye, em mesaja Îlahî bi zimanê xwe fehm û şîrove bikin. Bi qedexekirina zimanê Kurdî dewlet nahêle Kurd mesaja Xwedê fehm bikin.
Elbet meriv dikare hemû van xalan bi tespîtên ji sosyolojî, hiqûq, lînguistîk, psîkolojî û dîsîplînên din şîrove û analîz bike, lê ez wisa difikirim, ku îhtîyaca me bi rêyeke ewha tuneye, lewra ev hemû noqte mafê me ne û bira yên van mafan qedexe dikin û jîyanê li me û zarokên me heram dikin li dû îsbatan bigerin. Ev yek. Noqteya din jî ew e, ku gava zarokên me li dibistanê perwerdeya zimanê xwe girtin, di trafîkê de lewheyên bi zimanê xwe dîtin, li mîzgeftê xutbeya bi zimanê xwe gûhdarî kirin, ew ê wê demê ji çîrokên bi zimanê bavûkalên xwe zewqeke mezin bigrin û wek şexsîyetên serbilind di cîhanê de bibin aktorên mûhîm.    

(Nûbihar hejmar 120, 2012)

Kommentare

Beliebte Posts aus diesem Blog

Li pey şopa Bedirxanîyan

Hevpeyvîn bi Abdullah Încekan re - Baha Akhan